Gelo hişmendiya kurdî li cem kurdan çendî xurt e? Dema em bala xwe didin rewşa zimanê kurdî yê di nav gel de em rewşeke zêde hêvîbexş nabînin. Li kuçe û kolanên bajaran gelek kurd di nav çend salan de dev ji zimanê xwe berdidin û derbasî zimanekî din dibin. Bi milyonan kurd bi hinceta ku zarokên wan li dibistanê zehmetiyê nekêşin, zarokên xwe bi zimanekî mezin diin ku ew bi xwe jî bi xweşikî pê nizanin.
Dema ku em qala hişmendiya kurdî dikin yekser kesên mîna Ehmedê Xanî tên bîra me, lê heke em bala xwe bidin dîwanxaneyên mîrnişînên kurdan em ê bibînin ku zimanê danûstandina nivîskî li bal wan jî ne kurdî ye. Bo nimûne Evliya Çelebî helbestekê ji devê Abdal Xanê Rojkî pêşkêş dike ku ew jî bi tirkî ye. Li ser vê rewşê Martin van Bruinessen nirxaneke wiha kiriye: “Ev nîşan dide ku Rojkî, qet nebe xwendeyên rojkî yên bajarî bi tirkiyekê xeber dane ku tê de peyv û biwêjên ermenkî, farisî û erebî mişe ne. Mirov meraq dike ka zimanekî wiha çawa derketiye holê û ji hêla gelekî ve tê xeberdan ku xwe wekî kurd dibîne.” [1]
Ji bilî Abdal Xan jî gelek mîrên kurdan helbestên xwe bi zimanê farisî nivîsandine. Mînaka berbiçav Mîrê Badîna Mihemed Teyar Paşa ye. Tehsîn Îbrahîm Dostî di dawiya berhema xwe ya bi navê “Baxê Îrem Geştek li Nav Şi’ra Kurmancî ya Klasîk de[2]”, li ser vê mijarê wiha gotiye: “Tiştê berçav yê mirov li nik komeke şa’irên kurd ên sedsala nozdê zayînî dibînit, ew e ku wan şi’rên xwe pitir bi zimanê farisî vedihandin. Vê çendê em li nik mîrê Badîna Mihemed Teyar Paşayî (Xeribî), Şêx Ebdilletîfê Şoşî (Seyfî), Meha Se’îdê Mizûrî (Mihrî), Ebdulezîzê Bitlîsî (Şeyda) û yên din dibînin.”
Mirov dikare bibêje, ne dûr e ku malbata Bedirxan Beg jî piştî ku çûn Stenbolê bi doza neteweyî hesiyabin, ne qet ji berê xurttir û zanatir dest avêtin kar û barê têkildarî doza neteweyî. Bipêşketina hişmendiya neteweyî û pê re jî hişmendiya parastina ziman û çanda kurdî di nav rewşenbîrên li Stenbolê geşe daye. Gava yekemîn rojnameya Kurdistan e ku di sala 1898an hatiye weşandin, piştre jî komele û weşanên li Stenbolê ne.
Li gel vê yekê, rewşenbîrên ku li Stenbolê xebatê ji bo bilindkirina doza kurdî û zimanê kurdî dikin, ji vê hişmendiya qels û lawaz gilî gazinan dikin. Bo nimûne Xelîl Xeyalî di kovara Rojî Kurd de di bin nasnavê Modanî X de bi sernavê “Ziman û Nezaniya Kurdan” bendek nivîsandiye. Di destpêka wê gotarê de wiha gotiye: “Çiqa mêze dikim bi tu awayî bi serê min nakeve ku melayêd me, xundayêd me bo çi qiseyê xu bi kurdî dikin, û di medresan de dersê xu bi kurdî me’nay wê divên, wextê ku lazim be kaxizê xu, temesûkê xu ya bi erebî, ya bi farisî, ya bi tirkî dinivîsin, bi kurdî nanivîsin…”[3]
Di vî warî de nimûyeke balkêştir di nivîsa Serdar C. J. Edmonds ya bi sernavê “A Kurdish Newspaper Rozh-i Kurdistan (Rojnameyeke Kurdî Rojî Kurdistan)[4]” hatiye qalkirin. Belkî ev nimûne ku bû sedema nivîsandina vê nivîsarê. Edmonds qala vê rojnameya ku di sala 1922yan de hatiye çapkirin, dema destnîşankirina statûya başûrê Kurdistanê dike. Li gorî gotina wî, karbidestên îngilîz ji bo xurtkirina hesta neteweyî ya kurdan li herêma Silêmanî li zimanê tirkî yê ku berê zimanê nivîsgeha hikûmetê bû û zimanê farisî ku di qada arizî de zimanê nivîsandinê bû kurdî wekî zimanê kar û barên fermî hatiye destnîşankirin. Li hemberî vê yekê ji rêveberên herêmî yekî kurd ev bertek nîşan daye: “Hikûmeta Brîtanî li seranserî cîhanê bi dadmendî û dilovaniya xwe ya li hemberî reben û belengazan tê nasîn, gelo wê çima em ji vê dadmendî û dilovaniyê bepar hiştin, bi zordestiyeke kirêt me mecbûr dike ku em bi zimanê xwe binivîsin.” Xweşbextane îro li başûrê Kurdistanê rewş guheriye û zimanê nivîskî cihê xwe girtiye.
Her wiha îro çand xwendin û nivîsandina bi kurdî li nav kurdan zêde bûye. Li gorî xebata ku malpera Diyarname.com her sal dike, bi tenê di sala 2024an de 338 pirtûkên bi kurdî hatine çapkirin, 74 heb ji wan roman in. Ew jî nîşan dide ku zimanê nivîskî pêşketineke îzafî heye. Lê mixabin îcar axaftina zimanê kurdî qels û lawaz bûye, ew ji berê xerabtir e. Zimanek heke wekî zimanê devkî li ser zar û zimanan nejî û geş nebe, di nav rûpelên pirtûkan de çendî bimîne jî nikare hebûna xwe mîsoger bike. Lewre jî divê zimanê devkî û yên nivîskî divê li gel hev geş bibin.
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.
Çavkanî:
[1] Bruinessen (1985). Onyedinci Yüzyılda Kürtler ve Dilleri: Kürt Lehçeleri Üzerine Evliya Çelebinin Notlar. Studica Kurdica, H. 1-3
[2] Dostkî, Î. T. (2020). “Baxê Îrem Geştek li Nav Şi’ra Kurmancî ya Klasîk de. Amadekar: M. Zahir). Weşanên Dar, Amed.
[3] Modanî X. (1913). Rojî Kurd, hejmar 2, r. 161, ji nû ve çapkirin, Koma Xebatên Kurdolojiyê, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2013.
[4] Major C. J. Edmonds (1925) A Kurdish newspaper: “Rozh‐i‐Kurdistan”, Journal of The Royal Central Asian Society, 12:1, 83-90, DOI: 10.1080/03068372508724889 (http://dx.doi.org/10.1080/03068372508724889)