Her ziman di dil û mêjiyê komek mirov de şîn tê, bi geşedana hest û ramanên wan re geş û xweş dibe. Ew koma mirovan ku bi zimanekî hest û ramanên xwe parve dike, li ser xakekê dijî. Her wekî çawa tu balinde nikare bêyî hêlîn bijî, tu mirov jî nikare bêyî jîngeh bijî. Her mirov jîngeheke aram û jiyaneke azad dixwaze. Ji bo geşbûna zimanekî jî pêdivî bi jîngeheke di nav aştî û aramiyê de heye.
Jîngeheke ku hemû jiyan bi zimanê xomalî derbas dibe. Jîngeheke ku dar û devî jî zimanê wê koma zimanî vedikin. Teyr û tilûr jî bi wî zimanî dixwînin. Jîngeheke ku kal û pîr bi dilaramî diçin gorê. Jîngeheke ku nifşên nû bi awayekî suriştî zimanê xwe werdigirin; hest û ramanên wan bi zimanê zikmakî teşe digire; li ser zar û zimanê wan, bi geşedana hest û dilîn, bîr û ramanên wan re ziman jî geşe distîne û bi pêş dikeve.
Jîngeha ku zarok zimanê xwe mezin dibin, perwerde dibin, bi awayekî zanistî hînî rêz û rêçik jiyanê dibin. Jîngeheke mirov dikarin bi ked û xebata xwe wê xweştir, jiyana xwe bextewartir bikin. Ew jîngeha ku em qalê dikin welat e. Hin ramanger û zanyar carinan têkiliya ziman û ramanê, ziman û xakê ji hev qut, lewma jî divê mirov di vî warî de jî çend tiştan bibêje.
Ji bilî vê jî, helbesteke ku min di pirtûka mîsyonerê amerîkî L. O. Fossum a bi navê “Practical Kurdish Grammar (Rêzimana Pratîk a Kurdî)[1]” de xwend, ev hest û raman bi xwe anîn.
Ev helbesta bi navê “Wetenî bapîrim” wekî sirûdeke neteweyî hatiye binavkirin. Li gorî agahiyên di pirtûkê de, ev sirûd ji hêla nivîserê wê ve li pêşberî leşkerên xiristiyan ên ku bi pêş dikevin hatiye xwendin. Helbest bi soranî ye, ji ber ku pirtûk bi xwe jî rêzimana kurdiya soranî fêr dike. Em ê kurmanciya wê jî li ber binivîsin ta ku xwînerên me bi hêsanî fêm bikin.
Helbesta Resen (bi soranî) |
Lêanîna bi kurmancî |
WETENÎ BAPÎRIM Wetenî bapîrim Kurdistanî qedîm Kêw û şax û deştî Xoş in bo dilim Cêy dayk û babim a Malî xûşk û bira Her tozekî û berdekî Bom mirwarî ya (Neqarat) Wetenî mehbûbî Kudistanî bilind Erzek pir yadîgarî Le cehîlî min Heway xoş û ronak Awî sard û pak Şiwanan be hezaran We sohbetanî çak Wetenî bapîr im Qulke, eşkewt, dolî Her we bîrim dê Lêre bûm bo rawî Lewê bo şerî Hemû ew çitana Rabirdûn wêsta Xerab e efûm bike Ya reb xulla gewre Wetenî bapîrim Dengî zurne, dahol Heway pirî bike Zewî, mêşe, bilindî, qul Hemû pêkewe Bixwênin lew qewmî Ke nêw wan daye Bîr neçe ew zehmetî We xemiyan kêşawe Wetenî bapîr im Xulla barî te’ala Rehman û rehîm Her çî çak û lazim e Lêt teleb dekeyn Çawit lew wetenim bê Daîm ziyadî bike Selametî û rehetî Hemîşe bide Wetenî bapîrim |
WELATÊ BAV Û KALAN Welatê bav û kalan[2] Kurdistana qedîm Çiya û daristan û deştên te Xweş in bo dilê min Cihê dayik û bavê min Mala xwişk û bira Her tozek û kevikekî te Ji bo min mirwarî ye (Neqarat) Welatê xweştivî Kurdistana berz û bilind Erdekî tijî bîranîn Ji ciwaniya min Hewaya xweş û ronak Ava sar û pak Şivan bi hezaran Û sohbetên çak Welatê bav û kalan Berfîn, şikeft û gelî Her tê bîra min Li vir bûm ji bo neçîrê Li wir ji bo şer Ev tişt hemû Raborî ne îro Xerab e min efû bike Welatê bav û kalan Dengê zurne û daholê Hewaya wê tijî bike Zevî, mêşe, bilindî û qul Hemû pêkve Bixwînin li wî qewmî Ku di nav wan da ye Ji bîr neçe ew zehmetî Û xemên te kêşane Welatê bav û kalan Xwedayê Te’ala Rehman û rehîm Her çi çak û lazim e Ji te dixwazin Çavên te li ser welatê min bin Her tim zêde bike Selametî û rehetiyê Her tim bide Welatê bav û kalan |
Çavkanî:
[1] Fosum. L.O (1919). Practical Kurdish Grammar. The Inter-Synodical Ev. Lutheran Orient -Missin Society. Minneapolis.
[2] Di kurmancî de me li şûna welatê bapîrê min, welatê bav û kalan tercîh kir.
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.